• DOLAR 32.265
  • EURO 34.717
  • ALTIN 2401.528
  • ...
Li Malîyê ji sîvîl û leşkeran re êrîş: 64 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Êrîşa ku li dijî sîvîlan hat kirin, li herêma Tîmbuktuyê pêk hat.

Di êrîşa roketî ya ku ji keleka ku di nav Çemê Nîjerê de diçû re hat kirin de, 49 kes canê xwe ji dest dan.

Hat destnîşankirin ku ji keleka ku di nav de 300 kes hebûne re 3 roket hedefa xwe girtîye.

Hêj ti kes xwdî li êrîşê derneket.

Di êrîşa ku li navçeya Bambaya herêma Gaoyê ji leşkeran re hat kirin de jî 15 leşker mirin.

Di daxuyanîya ku ji teref hikûmetê ve hat belavkirin de, hat daxuyandin ji bona mirovên ku di herdu êrîşan de jî canê xwe ji dest dane 3 roj şîna neteweyî hat îlankirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir