• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Serokê Karwana Hêvîyê Kurtaran: Di alîkarîya qirtasîyeyê de pêşîvanî ji herêma erdhejê re hat dayîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Karwana Hêvîyê yê ku li Stenbolê ji hewcedarên ku hatibûn tespîtkirin re pakêtên qirtasîyeyê hazir kirîye, berîya ku dibistan vebin ew ê li çar alîyê Tirkîyê ji bi hezaran xwendekar û zarokên êtîm re alîkarîya qirtasîyeyê bighêjîne.

Serokê Karwana Hêvîyê Cengîz Kurtaran derheqê xebatê de axivî û weha got:

“Me ji bona sala 2023-2024an a perwerdehîyê hem di nav welat hem jî derveyê welat de ji bona alîkarîya qirtasîyeyê dest bi xebatên xwe kir. Di encama xebatên xwe de di çarçoveya alîkarîya xêrxwazan de lazimatîya qirtasîyeyê a xwendekarên xwe wê bi cîh bînin. Bi taybetî me îsal herêma erdhejê da pêşîya xwe û di vî warî de xebatên xwe da destpêkirin. Niha li wê derê belavkirina alîkarîyên me tênê kirin. Li Stenbolê jî xwendekarên me yên êtîm û hewcedar hene ku me wan tespît kirîye. Bi îzna Xwedê em ê berîya vebûna dibistanê lazimatîya wan jî bi cîh bînin. Em ji xêrxwazên ku ji me re alîkarîyê kirine re teşekur dikin. Bira Rebbê min xêra wan zêde bike. Bi tevî van hazirîyan me li derveyê welat jî ji bona alîkarîya qirtasîyeyê hazirîyên xwe kirîye. Ew ê di nav 1-2 hefteyî de wan hazirîyên xwe jî ew ê bidawî bikin û ji kêfxweşîya zarokan re bibin wesîle.” (ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir