• DOLAR 32.286
  • EURO 34.772
  • ALTIN 2403.095
  • ...
Li Wanê bernameya “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e” hat tertîpkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bernameya “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e” ya ku ji teref Koordînartortîya Bajar a Wanê ya Platforma Nesla Quranê ve hat tertîpkirin bi bernameya fînalê dawî bû.

Bernameya nimêjê a 15 rojî ku Wanê di qursên Quranê û Mizgeftan de hatin lidarxistin, bi fînalê hat xemilandin.

Alîkarê Serokê Wanê yê Weqfa Evîndarên Pêxember Ahmet Faruk Çevîk derheqê muhîmtîya nimêjê de axavtinek kir. Dûre jî azan hat xwendin û bi sedan zarok bi hev re bi cemaetî nimêjê kirin. Dîmenên ku mele, miezzîn û cemat ên ku ji zarokan pêk dihatin ji teref welatîyên derdorê ve eleqeyeke mezin dît.

“Me pêvajoya nimêjê bi bernameya fînalê xemiland”

Koordînatorê Bajara Wanê yê Platforma Nesla Quranê Mustafa Oztunç derheqê bernameyê de weha axivî, “Em wek bi navê Platforma Nesla Quranê li giştîyê welat veya armanc dikin; dema ku qala meha Tebaxê bê kirin bira ji eqlê mirovan re nimêj were. Me xebateke ku şiûra nimêjê, li ser tewsîyekirina Pêxemberê me di zarokên 7-10 salî de bê bicîhgirtin. Di vê çarçoveyê de di meha Tebaxê de perwerdehîyekî me yê 15 rojî heye. Em di dawîya vê perwerdehîya xwe de jî bi bernameya fînalê perwerdehîya xwe dixemilînin. Pêxemberê me dibêje ku ji zarokên xwe re di emrê wan yê 7 salî de wan hînê nimêjê bikin, em jî li ser vê tewsîyeya Pêxemberê xwe zarokên xwe hînê nimêjê dikin. Bi îzna Xwedê ew ê zarokên me li gorî vêya ji guneh û xerabîyan xwe biparêzin.”

“Beşdarbûna zêde me kêfxweş dike”

Oztunç diyar kir ku beşdarbûna zêde wan gelekî kêfxweş kirîye, “Beşdarbûneke zêde heye. Em dibînin ku dê û bavan zarokên xwe ji wê perwerdehîyê re şandine, bi vê şeklê me hînkir û ku dê û bavan dixwazin ku bira bernameyên ewakî zêde bibin. Em jî ji dê û bavan dixwazin dema ku zarokan ketine 7 salîyên xwe bira ji zarokên xwe re perwerdehîya nimêjê bidin, nimêjê ji zarokên xwe re bidin hînkirin û bidin hezkirin. Bira dê û bavan zarokên xwe ji mizgeft û mescîdan re bişînin. Ew ê herî muhîm jî hezkirina nimêjê ya ji zarokan re ye. Em di vê bernemayê de ji zarokên xwe re li gorî exlaqê wan nimêjê didin hezkirinê. Ew ê herî mûhîm jî ev e, dema ku em ji bo nimêjê biçin camî û mescîdan zarokên xwe jî bi xwe re bibin.”

“Bernameyên ewakî lazimatîya esra me ye”

Seyîthan Erçîçekê ku bi tevî zarokê xwe beşdarî bernameyê bû jî weha got, “Divê ku bernameyên ewakî daîma bên kirin, divê ku zarokên me ji nimêjê re bênê teşwîqkirin. Di vê dewra xerab de hînkirina zarokên me ya ji nimêjê re hem ji bo dinya hem jî ji bo axireta wan ew ê xweşiktir bibe. Bangame ya ji malbatan re ev e ku bira zarokên xwe ji bo nimêjê teşwîq bikin. Bira zarokên xwe ji bernameyên ewakî re bişînin û bira mînak bibin. Ev, lazimatîyeke di vê esrê de ye.”

Zarokên ku beşdarî bernameyê bûn jî diyar kirin ku ew bi bername û perwerdehîyekî ewakî gelek kêfxweş bûne. (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir