Wezîr Yumakli: Hilberîna ku ji teref TMOyê ve hat standin 10 milyon tonî derbas kir
Wezîrê Daristan û Çandinîyê Îbrahîm Yumakli, diyar kir ku îsal hilberîna ku ji teref Ofîsên Dexl a Axê ve hatîye standin 10 milyon tonî derbas kir.
Yumakli li ser hîsaba xwe yê medyaya civakî daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de weha got:
“Di sala 2023yan de mîqdara hilberînê ya ku ji teref TMOyê ve hatîye standin 10 milyon tonî derbas kir û ev jî standina di hemû deman de rekorek e. Me di vê çarçoveyê de ji cotkarên xwe re 40,5 milyar lîre heqê hilberînan da, dayîna heqê hilberînan berdewam dike. Heta ku hilberîna dawîn a cotkarên me bê standin ew ê standina me ya dexlê berdewam bike.” (ÎLKHA)