• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Şewata li Çeneqqeleyê: 9 gund hatin valakirin û rêya behrê hat girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya li ser hîsaba xwe yê medyaya civakî daxuyand ku li Çeneqqeleyê xebatên tefandina ji şewatê re hêj bênavber berdewam dike.

Yerlîkaya di daxuyanîya xwe de îfade kir ku li Çeneqqeleyê 54 kesan ji dûmanê tesîrdar bûne û tedawîya 48 welatîyan jî hêj didome.

Wezîr Yerlîkaya îfade kir ku ji herêmê re 2659 personel, 8 balafir, 26 helîkopter, 240 avreşok, 71 tenkêra avê û 328 makîneya karê hatine sewqkirin.

Yerlîkaya diyar kir ku ji ber şewatê ji 9 gundan 1251 kesan hatine tehlîyekirin.

Hat destnîşankirin ku rêya behrê a Çeneqqeleyê ji herdu alîyan jî hatîye girtin û rêya wesayîtan jî a Çeneqqele-Çanê ji bo wesayîyên sîvîl ji trafîgê re hatîye girtin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir