• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Kongoyê di kona ku mexdûrên lehîyê tê de diman de şewat: 7 zarok mirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, di kampa li gundê Bushushuya li peravên Gola li herêma Kaleheyê de pêk hat.

Li gorî medyaya welat, di nav kampa ku di meha gulanê de herî kêm 400 kesan ji ber barana zêde û hezazê tesîrdar bûbûn û di wê kampê de diman de şewat derket.

Şewata ku tê destnîşankirin zarokekî dema ku di konê de şîvê çêdike derketîye, di demek kurt de belavê konên dinê bû.

Di şewatê de li gorî diyarîyên ewil herî kêm 7 zarokan canê xwe ji dest dan, 4 kesan jî birîndar bûn.

Rayedaran, diyar kirin ku di kampê de herî kêm 400 kesan dijîn û di şewatê de nêzê 369 kon bûne wek xwelîyê. (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir