• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
HAMAS: Êrîşan ew ê biqerarîya berxwedanê kêm nekin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sîyonîstên îşxalkeran di seatên serê sibehê de êrîşî Cenîna Rojavayê kiribûn û di êrîşê de Mustafa El-Kastunîyê ku ji wan re bersivê dabû şehîd kiribûn.

Ji berdevkên HAMASê Abdullatîf El-Kanûyê ku piştî bûyerê daxuyanîyê da, got ku li hember zêdebûna êrîşên ku di zinadanên îşxalê de, li Şerîaya Rojava û Qudsê xelkê hedef digre, berxwedan bijartineke herî baş e.

Kanu di daxuyanîya xwe de weha got, “Êrîşa li dijî Mustafa el-Kastunîyê balan dikşîne ku ew ê vana qetlîamê bikin. Ew ê van êrîşan biqerarîya berxwedêran kêm neke, divê ev berxwedanan li cîhekê tenê neyê sînorkirin û li Şerîaya Rojava berxwedanekî nû bê destpêkirin. Berxwedana li Şerîaya Rojava ya ku di bin îşxalê de ye ye berxwedanekî yekpare ye. Rêç dihêle. Rûbirûbûna bi îşxalê re daîma teyît dike. Berxwedan îro gelek pêşve çûye, kênga ku bixwaze li her derê îşxalê dikare çalakîyan bike.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir