• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Hejmarê mirîyên li Hawaîîyê derket 106an
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî şewata li Girava Mauîya Hawaîîyê, lêgerîna cenazeyan a li taxên ku bûne wek xwelîyê didome.

Ji bona ku cesedên di nav arîyan de ne bên dîtin 20 heb kûçikên tespîtkirina cesedan hatin anîtin.

Midurê polêsê Mauîyê Jeff Pelletier, diyar kir ku ew ê di 13 kîlometreyê de lêgerîna cesedan bê kirin.

Di fecîaya ku dîroka welatê de herî mezin e 106 kesan canê xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ku nêzê 1300 mirov jî winda ne.

Li Girava Mauîyê nêzê 35 hezar însan dijîyan. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir