Li Xabûrê 245 kîlo metamfetamîn hat bidestxistin
Wezîrê Bazirganîyê Omer Bolat, diyar kir ku di Derê Xabûr a Sînor de 245 kîlo metamfetamîn hatîye bidestxistin.
![Li Xabûrê 245 kîlo metamfetamîn hat bidestxistin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/JkEiGcEJmJjtYU_ArBOy6qIz_9I=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/23/33/li-xabure-245-kilo-metamfetamin-hat-bidestxistin-a90f675e.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Wezîr Baolatê ku li ser hîsaba xwe yê medyaya civakî derheqê qefaltina metamfetamînê de daxuyanîyê da weha got:
“Teşkîlatê Mihafizê Gimrikê, di operasyona ku lidarxistin de 245 kîlogram metamfetamîn bidestxistin. Ez hevalên xwe yên ku cardin operasyonekî serfiraz tertîp kirine pîroz dikim.
Ew ê wek bi Wezareta Bazirganîyê micadeleya me ya bi qaçaxçîtî û bazirganîya neqanûnî re bidome.
Em ê koka hemû teşebûsên ku ji rêkxistinên neqanûnî û terorê re alîkarîya aborîyê dikin rabikin.
Bi vê wesîleyê, bang li hemû welatên dinyayê dikim ku bira operasyonên me yên serfiraz ji xwe re bikin mînak, bi fealîyetên neqanûnî û tenduristî û aborîya xelkê dike binê talûkeyê re micadeleyê bikin.” (ÎLKHA)