• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Li Efyonê qezaya trafîkê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat îddîakirin ku qeza ji ber îxlalkirina lembeya trafîkê pêk hatîye.

Qeza, li çarrêya Suvermeza ku li ser rêya Bolvadîn-Emîrdaxêye pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin mîdîbûsa ku karker tê de bûn, di dema derbasbûna li çarrê de li qamyonetê qelibî.

Herdu wesayît jî di encama li hev qelibînê de ji kontrolê derketin û qulipîn.

Piştî bûyerê ji teref mirovên derdorê ve ji ekîbên polês û tenduristîyê re xeber hat şandin.

Ekîbên ku hatin cîhê bûyerê ji birîndaran 22yê wan ji Nexweşxaneya Dewlet a Emîrdaxê re, 7ê wan ji Nexweşxaneya Dewlet a Efyonê re, 4ê wan jî ji Nexweşxaneyên Eskîşehîrê re rakirin.

Tê îddakirin ku qeza ji ber îxlalkirina lembeya sor a trafîkê pêk hat û piştî qezayê rê ji çûndin û hatinê re ji bo demekî hat girtin.

Ji birîndaran 22yê wan ji nexweşxaneyê hatin tabûrcîkirin û wesayîtên ku di nav rê de bûn jî hatin rakirin bi vê şeklê jî rê ji çûndin û hatinê re hat vekirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir