• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Entabê ji ber guleberdana beredayî 8 kes birîndar bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Entabê serserîyekî di nav wesayîtê de bi tivingê gule berê derva da, di encama wê guleberdanê de 8 kesan birîndar bûn.

Bûyer, doh di seatên êvarê de li Taxa Bozoklarê pêk hat.

Mirovekî yê ku di nav wesayîta di nav taxê de derbas dibû de bû, bi tivinga seydê gule berê derve da.

8 mirovên ku ji ber vê bûyerê birîndar bûn ji teref ekîbên tenduristîyê ve ji nexweşxaneyên bajêr re hatin rakirin.

Hat hînbûn ku rewşa 6 birîndaran sivik in lê 2 kes hêj di nexweşxaneyê de ne.

Polês, ji bo şikdarên ku revîyane bên qefaltin xebat da destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir