Li Çînê hezîna axê: 21 mirî
Li nêzê bajara Şîanaya navenda wîlayeta Şaanşîya Çînê hezîna axê pêk hat, di encamê de 21 kesan mirin.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Biroya Bireveberîya Rewşa Lezgîn a Şîanayê ve hat belavkirin, ji ber hezîna axê ya ku ji sedema lehîyê pêk hat rêya mezin a li rojavayê bajêr zerarê dît û ceryana 900 xanîyan jî qut bû.
Di hezazê de 21 kesan canê xwe ji dest dan, ji bo 6 kesên winda jî xebat didomin.
Li wîlayetên li bakurê Çînê, ji ber bahoza Doksuri û Khanunê barînên tund barîyan û lehî pêk hatin, ji ber van baran û lehîyan 142 kesan canê xwe ji dest dan. (ÎLKHA)