• DOLAR 32.266
  • EURO 34.742
  • ALTIN 2400.829
  • ...
Senayîya 7em çima nayê vekirin?
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Febrîqeyên ku li Senayîya Organîze ya 7em in û ji 50 hezarî zêdetir mirovan re wê bibe cîhê şixûlê nayê vekirin.

Febrîqeyan, ji ber ku xebatên binesazîyê û ceryanê nehatine dawîkirin nikarin dest bi hilberînê bikin.

Di etaba 7emîn a Herêma Senayî ya Organîzeyê ku qaşo ew ê di sala 2022yan de biqedîyana de, ev rewşa ku di holê de ye ji teref veberdêran ve dibe sedema bertekan.

Karsaz Dogan Doyar, îfade kir ku 76 fîrmayên ku ew ê ji bi hezaran însanan re îmkana karê çêbikin, ji ber ku xebatên binesazîyê di wexta xwe de nehatîye temamkirin pirsgirêkan dijîn.

Karsaz Muhîttîn Ozlu jî diyar kir ku binesazîya ku qaşo sala parîn dawî bibûna ji ber ku neqedîyaye ew gelek mexdûr in.

Tacettîn Dagê Veberdêrekî dinê jî ji ber ku ji hilberînê re dest pê nekirine nikarin karkeran bistînin. (ÎLKHA)































Bu haberler de ilginizi çekebilir