• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
Li Bangladeşê Hummaya Dangê 8 qat zede bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Midurtîya Giştî ya Xizmetên Tenduristî ya Bangladeşê ve hat belavkirin de, hat diyarkirin ku li giştîyê welat ji ber Hummaya Dangê hejmarê mirîyan derket 352yan.

Di nav 24 seatên dawîn de di hejmara serlêdanên nexweşxaneyê de zêdebûneke mezin pêk hat.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di nav 24 seatên dawîn de 2 hezar û 884 kesan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin û ev jî di sala 2023yan de pileya herî mêzin e.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat îfadekirin bi tenê li Dakkaya Paytext hejmarê mirovên ku ji şobê mirine gihaşt 276 kesan, îsal jî li giştîyê welat nêzê 75 hezar mirov jî ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Hat îfadekirin ku li welat di meha Tîrmeha sala 2023yan de li gorî meha Tîrmeha sala parîn şopa Hummaya Dangê 8 qat zêde bûye.

Di nav nîşanên Hummaya Dangê de taya zêde, êşa estî û movikan, vereşan û di poz û diranan hatina xwînê tên dîtin.

Bi giştî zarokên biçûk û zarokên ku berê jî bi vê nexwaşînê ketine li gorî zarokên mezin û mirovên mezinan ev nexweşînê bi sivikî derbas dikin.

Ji ber ku Hummaya Dangê nexweşîneke belavbûna şobê ye dermanekî wî tineye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir