• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Mislimanê fedakar û mêrxas ê ku emrê xwe ji xizmeta Îslamê re feda kiriye…
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

​Xwedî dozê ku bi sîyaseta xwe ji teref herkesî ve dihat hezkirin: Mehmet Yavuz

Li ser wefata Mehmet Yavuz'ê ku di 9'ê tebaxa 2019'an de li Nexweşxaneya Onkolojî ya Zanîngeha Dîcle'yê de tedawî didît 4 sal derbûs bûn.

Yavuz di sala 1973'yan de li Kahta'ya Semsûr'ê hat dinyayê, dibistana 'ewil, navîn û lîseyê li Kahta'yê xwend. Dû re ji Zanîngeha Konya Selçuklu'yê mezûn bû. Piştî ku mezûn bû demekê mamostetî kir.

İşkence û zindan

Yavuz di sala 2000'î de bi kumpasan hat girtin û nezî 2 salan jiyana zindanê kişand.

Hîkmet Seçîlmîş'ê hevalê Mehmet Yavuz'ê yê 25 salan û dostê wî yê girtîgehê, bal kişand ku qansera ku bûbû sedema wefata Yavuz di işkenceyên pêvajoya girtîgehê de destpêkir.

Seçîlmîş îfade kir ku, "Piştî işkenceyan dest bi bikaranînê derman kir. Piştî wê di gurçikên wî de nerihetî dest pê kir. Ev nerihetîya wî dû re dewam kir. Li gorî doxtoran ev nexweşî ji ber derbên giran ên ku di binçavkirinê de dîtîye û ji sermayê derketiye."

Yavuz nezî 2 salan di girtîgehê de ma, dû re jî li Riha'yê fêrgeheke taybet de mamostetî û rayedartî kir.

Di sala 2014'an de beşdarê sîyasetê bû

Yavuzê ku di rojnameya Dogruhaber'ê de nivîskar bû di sala 2014'an de dest bi sîyasetê kir. Yavuz'ê ku ji Serokê partîyê re wekîltî kir, Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê Partîyê ya HUDA PAR'ê jî kir.

Mehmet Yavuz'ê ku xwedî nasnameyek ronakbîrekî dilnizm bû û xwedî doz bû, pir tiştan di jiyana xwe ya 46 salan de bi cih kir. Yavuz'ê ku bi kesayetîya xwe ya sîyasî, rihê xwe yî têkoşer û bi xîtabeta xwe tesîr li ser sed hezaran kesî hişt, di dîroka sîyaseta Tirkiyê de xwedî cihek bêhempa bû.

Ji bo Tirkiye, umeta Îslam'ê, mirovahiyetê û doza xwe re wê hê pir bixebitî ya, lê teqdîr-a îlahî werê minasib dît û di 46 saliya xwe de rehmet kir. Di vê jiyana xwe ya kinikî de pir 'emelên xweş, xizmetên pir bi xêr kir.

Yavuz di sala 2014'an de bi HUDA PAR'ê dest bi siyasetê kir û demekê wezîfeya Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PAR'ê kir. Yavuz di pêvajoya vê wezîfeya xwe de bajar bi bajar, gund bi gund û bajarok bi bajarok gerîya û qala doza xwe kir û çû be kî derê jî li wê derê tesîreke payîdar dihişt.

Di Guhdaran de li meydan, konferansan, semîner, panel, zîyareta dikandaran yan jî rewanîya belaxeta wî yê li bernameyên TV yan, kûrayî ya mijarên wî û bi feraseta xwe her tim bandoreke mûspet kir.

Jiyaneke fedayîyê dozê

Ji bo ku partîya wî di qada sîyasî de xwiyakirî û bibandor be bi şev û rojan û bi fedakariyeke mezin dixebitî. Bi taybetî jî ji bo bigihêjin hişek sîyasî ji Şaxên Pîrek û Şaxên Xortên û endamên HUDA PAR'ê re her tim beşdarî semîner, panel û civînan dibû. Ji bo serkeftîbûna HUDA PAR'ê, ji bo xelasbûna ummeta Îslamê û Misilmanên herêmê yên ji diltengî bûnê re pir hewl dida.

 

 Mehmet Yavuz xwedî cîhanbînîyek pir rengîn û dewlemend bû, her tim Qur'an-a Kerîm dixwend û ji bo tetbîq kirina li ser jiyana xwe pir dişuxulî.

Di nava sîyaseta qirêj a Tirkiye'yê de bi qasidî HUDA PAR'ê sîyasetek pir paqij û dilpak dikir, bi şiara "Pêşî Însan, Pêşik 'Edalet" qiymetê dida mirova, Mehmet xoceyê ku ji bo pêşikî dana 'edaletê xîret dida, her tim gotina "gerek dînê dewletê 'edalet be" dinihurî, li ser iqtidar di bû hêmanê zextê.

Bi derdê dikandaran dert digirt, destê feqîr û hewcedaran bernedida, Mehmet xoceyê ku qedrê pîrek û îxtîyaran pir digirt, mamoste û xoceyê ê xort û zarokan bû.

Yavuz ji ber êşa qanserê di destpêka 2019'an de dest bi tedawîya nexweşîya xwe kir û nêzî 6 mehan li Diyarbekir'ê tedawîya qanserê dît ku du roj ji Îda Qurbanê re mabû ku şeva Înê derdora se'et 01.05'an de rehmet kir. (ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir