• DOLAR 32.256
  • EURO 34.823
  • ALTIN 2403.361
  • ...
Li Entelyayê tir û mînîbûs li hev qelibîn: 2 mirî, 12 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza li ser rêya Taxa Okurcalara D-400 pêk hat. Hat îdiakirin ku M.O. Mînîbusa gerê ya di bin emrê wî de ji paş ve li tira ku Ü.P bikar dianît xist.

Di qezayê de 2 kes mirin, 12 kes jî birîndar bûn. li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên îtfaîye, polês, cenderme û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Ji teref ekîbên tenduristiyê ve hat diyarkirin, ajokarê mînîbusê û rêbir D.V li cihê qezayê mirin.

Mirovên birîndar jî piştî midexeleya ewil a tenduristîyê ji nexweşxaneyên Elanya û Manavgatê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir