• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Ciwanên Dîyarbekirî: Destên ku ji Quranê re dirêj dibin bira bişkên
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeyên Rezan, Kayapinar, Yenîşehîr û Sûrê yên navenda Diyarbekirê beriya "Mîtînga Huurmeta Ji Quranê Re" ya ku wê îro ji aliyê Weqfa Evîndarên Pêxember ve bê lidarxistin, derketên kolanan û Swêdê telîn kirin.

Bi sedan komên ciwan û zarokan li taxên xwe kom bûn û ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Quranê meşiyan.

Di meşê de ciwanan bê navber siloganên tekbîr û silooganên "Destên ku ji Quranê re dirêj dibin bira bişkên, ji bo zaliman bijî cehennem, Misliman nekeve xew li Qur'anê xwedî derbikevin, Swêd xwe şaş neke sebrê me neqedîne." xelk jî dilsoziya xwe ya ji bo Qur'anê anî ziman. Wî ew vexwend mîtînga ku dê îro saet di 17.00 de li qada Îstasyonê bê lidarxistin.

Muhammed Yasîn bertekên xwe yên li hemberî êrîşên li dijî Qur'anê parve kir û weha got: "Em bi tu awayî bêhurmetiya li Qur'anê qebûl nakin. Em Qur'anê ji bo Xwedê dixwînin û vî karî jî ji bo Xwedê dikin."

"Em 81 milyon însanan banga xwedî derketina ji Qur'anê re dikin"

BARAN ÎPEK

Baran Îpek bang li hemû Mislimanan kir ku Qur'anê biparêzin û weha got: "Em êrîşa hovane ya li dijî Qur'anê şermezar dikin. Em 81 milyon însanî banga xwedîderketina ji Qur'anê re dikin. Ger ku em wek Misliman dijîn dixê xweî li Quranê derkevin.”

BÎLAL CENGÎZ

Bîlal Cengîzê ku bertekên xwe parve kir weha got, "Ez vê Qur'anê dixwînim. Êrîşa Swêdê qebûl nakim. Dê û bavê min qurban jî bibin ez Qur'anê bernadim.”

RÛZGAR ALÎ UBAR

Rûzgar Alî Ubar bal kişand ser wê yekê ku tora terorîstî ya Îsraîl û Swêdê ji bo misilmanan yek in û weha got:

"Em bêhurmetiya li Qurana xwe teqez qebûl nakin. Quran taca serê me ye. Heta niha me Îsraîl wek dewlet qebûl nedikir. Ji vê seatê şûnda Îsraîl ji bo me çi be, Swêd jî ji bo me wisa ye.”

HANZALA ZEREN

Hanzala Zeren, "Quran çavkaniya jiyana me ye, destên ku digihêjin Qur'anê bira bişkê. Jixwe Xwedê Qur'anê diparêze. Heta ku em hebin em ê jî biparêzin. Em ê destûrê nedin ku dest dirêjê bikin. Sibe mitîng heye. Dê û bavê min hemû biçin Qada Îstasyonê. Em ê li wir nîşan bidin ku Qur'an çiqasî mezin e."

Yek ji zarokên beşdarî meşê bû Recep Tayyîp jî weha got:

"Emrê Xwedê bi Qur'anê hatiye nivîsandin. Divê em nehêlin wî bişewitînin û bixin xwarê. Werin em kitêba Xwedê biparêzin." (ÎLKHA)





































Bu haberler de ilginizi çekebilir