• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Li Mêrdînê PKKyîyek di nav mala rêveberê berê yê DBPyê de bû hat kuştin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Hindir yê Tirkîyê ve hat belavkirin de, li navçeya Nisêbîna Mêrdînê li ser îxbara hereketên şikdar a pîrekekî polês çûn edresê û nasnameya pîrekê jê xwestin, dû re ji teref pîrekê ve ji polêsan re êrîş hat kirin.

Di daxyanîyê de weha hat gotin, “Di êrîşê de personelê me birîndar nebûye û xelas bûye, ji herêmê re tîmên taybet hatin şîayndin. Di encama operasyona ku hat kirin de pîreka ku endamê rêkxistina PKK/KCKê ye hatîye kuştin.”

“Gelek notên ku xebatên kişfê ne hatin bidestxistin”

Di daxuyanîya ku hat dîyarkirin de xanîyê ku jê re operasyon hat kirin aîdê B.Ayê serokê berê yê navçeya Nisêbîna DBPê bûye û di daxuyanî de weha hat gotin:

“Di lêgerîna ku di nav xanî de hat kirin de; 2 heb dengbir, 2 heb çek, 2 heb qumbere (bombeyê desta), 4 heb şarjorê tijî, 20 heb fişek, qutîyek fişekan û gelekê dokimanên rêkxistinê hatine bidestxistin.

Di lêkolîna dokimanan de gelek notên xebatên kişfa li dijî personel û sazîyên dewletê a li navçeya Nisêbînê ne.

Derheqê tespîtkirina nasnameya endamê rêxistinê de hêj xebat didomin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir