• DOLAR 32.275
  • EURO 34.838
  • ALTIN 2416.223
  • ...
Li Senegalê keleka ku koçber tê de bûn bin av bû: 14 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Samba Kandjîyê Alîkarê Serokê Şaredarîya Ouakama ku bûyer li wê derê pêk hatîye, daxuyand di encama bin av bûna keleka masîvanan a ku koçber tê de bûn de herî kêm 14 kesan canê xwe ji dest dan, xebatên lêgerîn û xelaskirinê didome û dibe ku hejmarê mirîyan zêde bibe.

Li Senegalê di van demên dawîn de koçberiya qaçax a bi rêya behrê ber bi Ewropayê ve zêde bûye.

Rêxistina sîvîl a Îspanyayê Caminando Fronteras (Sînorên Meş) ragihand ku 3 botên ku 60, 65 û 200 koçberên neqanûnî tê de bûn, di 23 û 27ê Hezîranê de li Okyanûsa Atlantîk dîsa li Kafountine winda bûne.

Li aliyê din Wezareta Karên Derve ya Senegalê bûyerê derewand û ragihand ku di navbera 28ê Hezîran-9ê Tîrmehê de 260 koçberên neqanûnî li avên xaka Fasê hatine xelaskirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir