• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Li Entabê mîksera beton li mînîbûsê qelibî: 8 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, li nêzî Agabeya rêbeja Avasîm-Xetayê pêk hat.

Li gor agahiyên hat bidestxistin, mîksera beton û mînîbûsa rêwîyan ku navên şifêrên wan hê nehat fêr bûn li hev qelibîn.

Di encama qezayê de heta niha 8 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdayînê gelek ekîbên tendirustî, cinderme û îtfaiyeyê hatin sewqkirin cihê bûyerê.

Birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan, kesên ku wefat kirin hatin birin morgê.

Kemal Çeberê Walîyê Entabê got ku, “Li gor agahiyên di destê me de heta niha 8 kes wefat kirine, 11 kes jî birîndar bûne.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir