• DOLAR 32.264
  • EURO 35.114
  • ALTIN 2500.572
  • ...
Ji serokên giştî yên partîyên sîyasî ji Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu re telefona sersaxiyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Telefonên sersaxiyê yên ku li Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu yê re ji bo bûyera li Edeneyê pêk hat tê kirin berdewam dikin.

Di daxuyaniya ku li ser hesaba medyaya civakî ya HUDA PARê hat kirin de werê hat gotin, "Serokwezîrê berê Bînalî Yildirim, Serokê Giştî yê Partîya Tevgera Netewperwer Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê Partîya Rêya Netewî Remzî Çayir, Serokê Giştî yê Partîya Dengê Tirkîyeyê Ayhan Bîlgen, Serokê Giştî yê Partîya Heq û Azadîyan Duzgun Kaplan; bi telefon Serokê me yê Giştî Zekerîya Yapicioglu gerîyan û ji bo Sekreterê me yê Edeneyê Sacît Pîşgînê ku di êrîşa menfûr hatibû şehîd kirin de sersaxiyên xwe gotin."

Bûyer, do di seet dor 17.40an de li Serokatiya HUDA PARê ya li Edeneyê pêk hat.

Kesekî ku ketibû avahîya partîyê, dema limêj kirinê de bi sator êrîşî Serokê Bajêr Salîh Demîr û Sekreterî Bajêr Sacît Pîşgîn kir.

Sacît Pîşgînê ku di êrîşê de giran birîndar bûbû, li nexweşxaneya ku hatibû rakirin şehîd bû. Hat ragihandin ku tedawîya Demîr li nexweşxaneyê berdewam e û talûkeya wî ya jiyanî jî nîne.

Derbarê êrîşê de heta niha kesekî ji Edeneyê ku zayîna wî 1951 e û navê wî A.S. ye ji teref polîsan ve do hatiya binçevkirin û dûre jî ji teref mehkemeya ku hatiye derxistin hatiye girtin.

Lêpirsîna ku di heqê bûyerê de hatibû destpêkirin berdewam e. (İLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir