• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Li Ekvadorê serokê şaredarîyê bi êrîşa çekdarî hat kuştin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rayedaran, rast kirin ku Serokê Şaredarîya Manta ya Ekvadorê Agustin Intriago roja Yekşemê di encam êrîşa çekdarê de canê xwe ji dest daye.

Li gorî nûçeyên ku di medyaya mehellî de derketine Intriagoyê 38 salî, di dema ku li taxekî zîyaretan dikir dûçarê êrîşa çekdarî hat.

Intriagoyê ku di êrîşê de giran birîndar bû, di nexweşxaneya ku hat rakirin de canê xwe ji dest da.

Hat diyarkirin êrîşdar piştî bûyerê revîya û ji bo ku bê qefaltin xebat hat destpêkirin.

Hêj nayê zanîn ku êrîşê kê û ji bo çi kirîye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir