• DOLAR 32.545
  • EURO 34.99
  • ALTIN 2439.483
  • ...
KPSS dê îro bê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî daxuyaniya ÖSYMê, ew ê saet di 10.15an de rûniştina Rewşenbîrî û Çanda Giştî ya KPSSê, di saet 14.45an de jî rûniştina Zanistên Perwerdehiyê bê lidarxistin.

Di îmtîhana Kapasîteya Giştî-Kultura Giştî de, ji namzet îmtîhanê re ji bo 120 pirsan dê 130 deqîqe were dayîn.

Di rûniştina Zanistên Perwerdehiyê de namzet dê di 100 deqîqeyan de bersiva 80 pirsan bidin.

Ji bo namzedên ku nasnameya xwe winda kirine, nasnameya wan tune ye an jî di nasnameya wan de nimreya nasnameya Tirkî û fotoxraf tune ye, midûriyetên nifûsê dê roja îmtîhanê vekirî bin.

Encamên îmtîhanê ew ê di 25ê Tebaxê de bên eşkerekirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir