• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Ji Bervekê Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê Mucahîd derheqê bernameya meha Miherremê de daxuyanî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Zebîhullah Mucahîdê Bervekê Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê, li ser hesaba xwe ya medyaya civakî derheqê welatîyên şi’î ên ku bernameyên dînî lidarbixin de daxuyanîyeke niviskî belav kir.

Mucahîd, di daxuaynîya xwe de weha got:

“Hêzên ewlehîyê a Emîrtîya Îslamê ji bo bernameyên taybet ên ku ji teref welatîyên şi’î ve di meha Miharremê de bên lidarxistin hemû tedbîrên ewlehîyê girtine û bernameyên dînî yê şi’î ji bona ku bi rehetî bên lidarxistin îmkan hatine çêkirin.

Li hemû qadên ku welatîyên şi’î li wê derê dijîn, dikarin civîn û bernameyên ku dînê wan hewce dibîne tertîp bikin. Encax ji bona ku ewlehîyeke mezin bê girtin û tedbîrên mezin bê girtin dibe ku ji civînên mezin û tiştên bi komî bên kirin re sînor bê dayîn. Di vê meseleyê de nerînên alimên Şi’î hatine girtin û li gorî daxwazîyên wan hereket hatîye kirin.

Di vî warî de hinek xeberên derew ên medyayê rastîyê nîşan nade. Emîrtîya Îslamê, alîkarîyê ji wankesên ku di alîyê dînî de kêm in dike û ji bona ku ew îbadetên xwe û bernameyên xwe yên dînî bi azadî bi kar bînin îzîn dide.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir