• DOLAR 32.227
  • EURO 35.149
  • ALTIN 2476.441
  • ...
Li Dîyarbekirê operasyona zêrên sexte: 10 kes hatin girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ekîbên Midûriyeta Ewlehîyê ya Parêzgehê piştî ku hat tesbîtkirin ku zêrê sexte di atolyeyê da tê hilberandin, çalakî li dar xistin.

Piştî du mehan şopandina teknîkî û fizîkî 18 şikdar hatin girtin.

Hat tesbîtkirin ku kesên şikdar zêrê bermayiyê dihelandin û sifir tê de tevlihev dikirin û zêrê ku hildiberandin bi rêya kesên bi navê "torbefiroş" berdan.

Hat dîtin ku bi sedan zêrên ku di dikaneke zêrfiroşan de hatibûn desteserkirin sexte ne.

Piştî karên binçavkirinê ji şikdarên ku sewqî edliyeyê hatibûn kirin 10 kes hatin girtin û 8 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir