• DOLAR 32.485
  • EURO 34.745
  • ALTIN 2406.435
  • ...
Artêşa îşxalker êrîşî kesên li ser sînorê Libnanê kom bûbûn kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Leşkerên îşxalker bi bombeyên gazê û bombeyên rondikrêj êrîşî çalakvanên Libnanî yên ku ji bo protestoyê li herêma sînorê Zebdîn kom bûbûn, kirin.

Di êrîşê de parlamenterê Libnanê Qasim Haşim birîndar bû.

Haşim ji rojnamevanan re got ku kiryarên gelê Libnanê yên daxwaza rawestandina îşxalkirina gundê Gacar û zeviyên Şeibî yên rejîma îşxalker dê berdewam bin.

Haşim got, "Çalakiyên artêşa Îsraîlê wê nikaribin pêşiya me bigrin. Ev ax ên Libnanê ne û divê Îsraîl vegerîne."

Dem bi dem alozî di navbera rejîma ixşalker a ku berê ev herêm bi xwe ve girêdaye û Lıbnanê derdixe holê. (İLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir