• DOLAR 32.184
  • EURO 35.048
  • ALTIN 2446.741
  • ...
Berdevkê HUDA PARê Ramanli derheqê rojevê de nirxandinan kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serkan Ramanliyê berdevkê HUDA PARê nirxandina rojevê ya partîya xwe di wê civîna çapemenîyê ya ku li meclîsê tertîp kir bi endamên çapemenîyê û welatîyan re parve kir.

Ramanli di destpêka nirxandina xwe de balan kişand li ser ehemîyeta amadekirina makeqanûneke nû.

“Ev 41 sal ku welat bi makeqanûneke ku bermayîya darbekeran e tê îdarekirin ku êdî divê bê qebûlkirin ev yek sedema şermê ye. Divê xebeteke ji bo makeqanûneke nû bê dest pêkirin û ev qanûn ji temamê wesayet, îdeolojîyan dûr be û bi bawerî û nirxên civakê re li hev kirîbe.  Ev makeqanûna nû ya ku dê bi şiûra peymana civakî bê amadekirin divê bi felsefeya xwe neslên ku dê bên jî têxe nav sînorên xwe. Her wisa divê temamê wesayetên ku dê pê îradeya neslên bê xistin bin îpotekê dûr be û hêla wê ya edaletê derkeve pêş û mafên bingehîn karibin pê bên muhafezekirin.”

Ramanli di berdewama axavtina xwe de qala kirêyên zêde jî kir û got:

Qirêya zêde

“Li welêt rêjeya wan kesên ku dikevin xanîyên bi kirê her ku diçe zêde dibe. Digel erdheja dawî ya ku pêk hat ev rêje pir, zêde bû.  Ji ber ku têra wê avahî nayên çêkirin, bacên emlakê û zêdebûna malîyeta înşaat û enerjîyê  dibin sedem ku heqê kirêyan zêdetir bibin. Divê hikûmet di vî warî de hinek gavan bavêje û pêşîya vê zêdebûnê bigre. Wek mînak; hikûmet dikare paketên cûda yên teşwîqê amade bike û ji bo wan kesên ku dê cara ewil bibin xwedî xanî alîkarî bike. Her wisa dikare ji sektora taybet re bibe alîkar da ku ev qad bi xwe ve were.”

Ramanli di dawîya nirxandina ku kir de balan kişand li ser wan hêvîyên karkerên taşeron.

Karkerên Taşeron

“Halê hazir 90 hezar karkerên taşeron bendewar in ku bên girtin kadroya karkeran.  Divê ev problem zêdetir neyê sekinandin û demildest bê çareserkirin.”

Qutbûnên Ceyranê

Ramanli derheqê qutbûna ceryanê de jî weha axivî, “Li  bajarên herêma rojhilata başûr, qutbûnên ceyranê yên ji teref şîrtketên ceyranê ve tên kirin xelkê mexdûr dikin. Ev birênên ceyranê bîlxasa cotkaran mexdûr dikin. Berdevkê huda parê serkan ramanli, di meclîsê de civîna medyayê tertîp kir û ev pirsgira anî rojvevê. Hema hema her sal ev pirsgirêka tê heye. Di mehên havînê de wexta mahsûlên cotkaran li erdê ye bi hin hincet û sebaba ceyran tê birîn. Ji vê rewşê herî zêde cotkar mek menfî tesîrdar dibin û dibe sebeba mexûryeta wan.”

Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli di civîna çapemenîyê de bal kişan ser vê pirsgirêkê:

“Di vê wexta avdaniyê de herî zêde îhtîyacî bi ceyranê heye. Qutkirina ceyranê ji ber vê yekê mahsûlên cotkaran gelek zirarê dibînin. Ev rewş ne tenê cotkaran, hemû zîraatê, enflasyona xidayê di encamê de welat wek menfî tesîrdar dibe.”

Ramanli di beyana xwe de got, divê dawî li tetbîqkirin û bûyerên kêfî bê dayin.

“Divê ji şîrketên ceyranê re îzin û destûr nê dayin ku muameleyên kêfî nekin. Divê di serî de fatûrayên cotkaran fatûrayên welatiyan bên daxistin.divê wek bi fiyatên munasîb ceyran ji cotkaran re bê dayin. Dayina deynên cotkaran bên hêsankirin.divê pîvandina enerjiyê wek zelalî û eşkere bê kirin. Herwiha divê dewlet destekê bide cotkaran ku enerjiya xwe nû bikin.”

Berdevkê HUDA PARê bal kişand ser zarokên winayî jî.

“Digel vê yekê şîrktên ceyranê bi sebeba bikaranîna kaçaxa ceyranê, ceyrana welatiyan qut dike. Pereyên zêde ji welatiyan digirin. Derheqê van kesan de gilî dikin ku ji wan gilîdar in. Şîrketên ceyranê him bedîla  kaçaxê digirin, him jî enerjiya winda bûye ferqa vê enerjiya winda ji hemû welatiyan distîne. Ji wan ev pere tê tehsîlkirin.”

Ramanli bang li hukumatê ji kir:

“Divê hukumat vê bar û fatûrayên serfkaran sivik bike. Ji bo heq û mafên welatiyan biparêze serastkirinên hewceyî bê kirin. Divê dawî li tetbîqkirina girtina bedêla enerjiya winda bê dayin.” (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir