• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Di heman herêmê de şewata duyemîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gundê Gogwerîya ku 34 kîlometre dûrê Çinarêye piştî şewata ku pêk derketibû doh jî li eynî herêmê şewateke dinê pêk hat.

Şewata ku doh di seat 15.00an de pêk hat bi tesîra bayê zêde bû û belav bû, 100 donim erdê genim û ceh ajotî bû wek xwelîyê.

Pêr jî li heman gundê erdekî şewitîbû û 100 donim erd bi temamî zerarê dîtibû.

Gundîyên ku bi tevî îmkanên xwe midexeleya şewatê kirin bi tevî wesayît û teraktoran xebateke mezin nîşan dan.

Piştî xebateke mezin şewat hat tefandin lê 100 donim erd zerarê dît.

Li ser xeberdayînê ji gund re ekîbên îtfaîyeyê hatin sewqkirin lê ekîbên îtfaîyeyê heta hatin şewat hatibû tefandin, ew jî xebatên sarkirinê bikar anîtin.

Mirovê ku şewatê dîtîye îfade kir ku şewat ji nîşkav ve derketîye, dema ku ew li kêleka erd heywanên xwe daye çêrandinê dîtîye ku şewat derketîye û heywanan bi zorê xelas kirîye, dûre jî xeberê ji gund re şîyandîye.

Gundîyên ku ser li ser erdên wan şewitîn zerareke mezin dîtin da ew hemû xebatên xwe yên salê winda kirine û ji ber vê yekê ji rayedaran alîkarîyê daxwaz dikin. (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir