• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Awrupa Yetîm Elî li Etîyopyayê xwarinê belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Lijneya Awrupa Yetîm Elîyê ku di çarçoveya xebatên Qurbanê de çûn Etîyopyayê, ji malbatên mihtac ên li gundê Sawenaya herêma Baleya Rojavayê re xwarinê belav kir û wan kêfxweş kir.

Abdurrahman Altunê Serokê Giştî yê Awrupa Yetîm Elîyê, di daxuyanîya xwe ya derheqê xebatê de diyar kir ku ew berîya Îda Qurbanê rûyê mihtacan kêfxweş dikin û ji wan re xwarinê belav dikin.

Altun weha got, “Em wek Awrupa Yetîm Elîyê Sazîya Alîkarî ya Navneteweyî di çarçoveya xebatên Qurbanê de li Etîyopyayê ne. Ekîbên me yên ku diçin çar alîyê dinyayê, li cîhên ku diçin berîya serjêkirina qurbanan çend fealîyetên alîkarîyê dikin. Em jî li herêma Oromîyaya Etîyopyayê ji sedan malbatan re xwarinê belav kir.”

“Li vê derê ji her tiştî re lazimatî heye”

Altun di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku li vê derê tinebûnî gelek zêde ye û weha got, “Li vê derê herêmeke wisa ye ku ji her tiştî re lazimatî heye. Em li herêmê kîjan alîkarîyê belav bikin ji wê tiştê re lazimatî heye. Rewşa xelkê ne baş e, şert û merc jî zor e. Herêmeke ku ziwayî heye ye; bi heywanan, bi xwarinê pirsgirêkên mezin hatine kişandin. Em jî ji bona ku hinek be jî ji van pirsgirêkan re dixwazin ku bibin çare û li vê derê van fealîyetan dikin.”

Altunê ku derbarê xwarinê de ji wan re alîkarîyê kirine re sipasîyan kir, daxwaz kir ku bira xêrxwazan alîkarîyên xwe bidomînin. (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir