• DOLAR 32.271
  • EURO 34.708
  • ALTIN 2403.811
  • ...
Li Entalya û Diyarbekirê: 5 mirî 11 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Entalyayê du wesayît li hev qelibîn. Qeza li mewqîya zozana bexîşê ya li navçeya korkutelîyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta ku şofêrê wê Erhan Denîz bû û ji paşve li wesayîta ku şofêrê wê Muharrem Ertor bû qelibî.

Di encama qezayê de Muharrem û Gulten Ertor û nevîyê wan Berra Turkmen rehmet kirin û 9 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Xebereke din a qezayê ji Diyarbekirê hat.Li navçeya Çermîkê wesayîta malbateke ku diçû hamamê li gundê Başariyê ji ber ku ji kontrolê derket qeza kir.

Di encama qezayê de kesên bi navê Mehmet Can û Emîrcan rehmet kirin û 4 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir