• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Ji HUDA PARê ji malbatên mirovên di teqîna Enqereyê de rehmet kirine re serlêdana tezîyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Huseyîn Îmîrê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û lijneyeke bi wî re, malbatên welatîyên ku di teqîna Febrîqeya Teqemenî û Roket yê MKEyê de rehmet kirine re zîyareta tezîyê kir.

Bi tevî Huseyîn Îmîrê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Ahmet Karaaslanê Serokê Bajêrê Enqere yê HUDA PARê û lijneyek ji bireveberîya bajarê jî li wê derê amade bûn. Lijneya HUDA PARê, di zîyaretan de ji malbatan re daxwazîya sebrê û sersaxîyê kir.

Lijneya HUDA PARê, yek bi yek çadirên şînê zîyaret kir.

Di zîyaretan de Qurana Pîroz hat xwendin, dua hat kirin û ji malbatan re sebr û sersaxî hat xwestin.

Di roja şemîya borî de di febrîqeya Teqemenî û Roket yê MKEyê a ku li navçeya Elmadaxa Enqereyê de teqînek pêk hatibû û di wê teqînê de jî Mehmet Kutlu, Îbrahîm Ozdemîr, Îhsan Kuçukerdem, Firat Îçlî û Ahmet Unal canê xwe ji dest dabûn. (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir