• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Ji Hewlêr û Bexdayê ji Gurcistanê re firînên rasterast cardin dest pê dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Ragihandinê a Iraqê ve hat belavkirin de, hat daxuyandin ku seferên ewil yên ji Gurcistanê re werin kirin ew ê ev Pêncşemê dest pê bike û dê her pêncşemê jî bidome.

Wezaret, bal kişand ku firînên rasterast piştî neh salan cardin dest pê dike û ew ê di dewra nû de hejmarên seferê jî bên zêdekirin.

Li gorî dîrektîfên Wezareta Ragihandin a Iraqê, kesên ku bixwazin biçin Gurcistanê dikarin vîzeyên şeş mehî bigrin, pêvajoya girtina vîzeyê jî di navbera 7 û 10 rojan de ew ê bê temamkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir