Li Filistînê çalakîyên berxwedanê didome
Komên berxedanê yên Filistînî, li Şerîaya Rojava li dijî sîyonîstan di nav 24 seatan de 21 çalakîyan li dar xist.
Berxwedana xelkê Filistînê yên li hember êrîş, dorpêç, fiîlên êrîşane û cînayetên a rejima îşxalkeran jî bi qeys û qerar didome.
Li gorî rapora ku ji teref Moatîya Navenda Agahî ya Filistînê ve hatîye amadekirin, di nav 24 seatên dawîn de li dijî sîyonîstan li Şerîaya Rojava 21 çalakî hatîye tertîpkirin. Di raporê de, hat îfadekirin ku di çalakîyan de 3 leşkerên sîyonîstan jî birîndar bûne.
Li gorî ev, çalakîyên hêzên berxwedanê li herêmên cuda yên Quds, Nablus, Ramallah, Cenîn, Kalkîlya û El-Xelîlê pêk hatîye hêzên berxwedanê ji êrîşên sîyonîstan re bersivê dane.
Doh di çalakîya ku li Ramallahê hatibû tertîpkirin de leşkerekî sîyonîst birîndar bûbû. (ÎLKHA)