• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Şehîd Aytaç Baran Xoce dê li ser gora xwe bê yadkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li ser şehadeta Aytaç Baranê Serokê Komeleya Îhya-Der a Nû yê ku li navçeya Yenîşehîra Dîyarbekirê li Şehîtlixê ji teref PKKê ve bi xaînî hatibû qetilkirin 8 sal derbas bûn.

Bi mûnasebeta salvegera şehîdîya wî ya 8emîn ji teref Platforma Karwanê Şehîdan û Cemîyeta Mistezefan ve roja Înê di seat 17.00an de li ser mezelê wî bernameya yadkirinê wê bê tertîpkirin.

Omer Çelîkê Serokê Platforma Karwanê Şehîdan yê ku derheqê bernameya ku bê tertîpkirin de axivî, hemû kesan dawetê bernameya ku bê kirin kir.

Çelîk di serê axavtina xwe de qala rewşa sîyasî ya herêmê a berîya şehadeta Şehîd Aytaç Baran kir  û weha axivî, “Wek ku hûn jî zanin ku li herêmê bi pêvajoya sîyaseta çelikê û pêvajoya çareserîyê beredayîtîyeke ciddî çêbûbû. Hêzên tarî yên ku li herêmê menfeat û xêra Kurdan naxwazin rêxistinên wek HDP û PKKê ji xwe re şixulandin û ji kaosê xwe xwedîkirin.”

“Me daîma dianît ziman ku HDP an jî PKK li ku derê bi qewet be li wê derê bêhizûrîyê derdixe”

Çelîk bûyerên 6-8ê Cotmehê bîr anît û weha got, “Wek ku tê bîra xelkê me jî di sala 2014an de di bûyerên 6-8ê Cotmehê de ji ciwanên ku goştê qurbanê belav dikirin re qetlîamekî ku dîrok ji bîrva nake pêk hatibû. 8 meh piştî ji ev qetlîamê di Hezîrana 2015an de di hilbijartinê de li her alî bi taybetî jî li alîyên rojhilat û başûrê rojhilatê di afîşên ku daliqandibûn de resmên ku xwîn ji wan diherike daleqandibûn. Ew bi vana dixwestin ku vê tiştê bibêjin: Ger ku hûn rayên xwe nedin me ew ê her der bibe xwîn. Em Misilmanên ku li herêmê dijîyan wek Platfotma Karwanê Şehîdan, Cemîyeta Mistezefan û Weqfa Evîndarên Pêxember jî daima û bi israr ev tiştê dianîtin ser ziman. Me digot ku; HDP an jî PKK li ku derê bi qewet be li wê derê bêhizûrîyê derdixe, xwînê dirjîne, fitnê çêdike.”

Çelik axavtina xwe weha domand, “Piştî wê hilbijartinê 80 parlamenter derxistin û hemû derê ku li wê derê biqewet bûn agirê fitnê pêxistin. Wa ji wan fitneyan yek jî bi wehşetî qetilkirina Şehîd Aytaç Baran e. Sedema bijartina Aytaç Xoce jî ev bû ku komaleya ku Şehîd li wê derê dima li şehîtlixê xebateke li ser menewîyata ciwanan dikir. Ew bi wê exlaqê xwe yê xweşik li taxê gelek tesîrên ciddî dihêşt. Ev jî wan aciz kir.”

“Hemû mirovên mezin yên ku me wan ji xwe re kirîye Rêzan di vê rê de derbas bûne”

Çelîk di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku ev qetlîam ne cara yekem e û ew ê dawîn jî nebe “Ew birayê me yê Aytaç Baran şehîd kirin. Ev ne Misilmanê cara ewil an jî ne Misilmanê cara dawîn e ku şehîd kirine. Çîmkî em ji meseleyê re bi çavê heq û  batilê dinhêrin. Yanê li ku derê ehlê heqîyê hebe û li wê derê ji bona Îslamê were xebitandin ew ê hêzên tarî jî ji ev xebatê aciz bibin. Ji ber vê yekê ye ku ew jî ew ê bi ehlê heqîyê re bi tehdît, kuştin û boyqotan micadeleyê bikin. Ev micadele ji Habîl û Kabîl heta niha didome. Feqet em Misilmanên herêmê dibêjin ku ew ê kuştina wan, ezîyet û îşkenceyên wan ew ê tu dem me ji dewa me paşve nehêle. Çîmkî rêya ku em ji li wê derê tênê usil û mirovên mezin yên ku me wan ji xwe re kirîye Rêzan hemûyan di vê rê de derbas bûne.”

Çelîk di dawîya axavtina xwe de hemû Misilmanan dawetê bernameyê kir, “Ji ber vê yekê tewrên ku li me Misilmanan re nîşan didin xeyn ji zidekirina îmana me û eşqa micadeleya me ji tu tiştekî re feydeya wê tunebe. Di vê çarçoveyê de em wek Platforma Karwanê Şehîdan û Cemîyeta Mistezefan roja Înê li ser mezelê şehîd di seat 17.30yan de bernameya yadkirinê tertîp rikin. Hemû xelkê xwe dawet dikin.” (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir