• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
ÎHO EBRAR li Efrîqayê dest bi xebatên qurbanê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

ÎHO EBRARê ku wek Efrîqa, Asya, Balkan û Rojhilata Navîn li çar alîyê dinyayê berdewam dike, di çarçoveya xebatên qurbanê yê sala 2023yan de hêj 3 hefte ji Îda Qurbanê re heye  li Çad û Malîyê projeyên xwe kir rewajê.

Sabahatîn Ugarê Temsîlkarê Tirkîye yê ÎHO EBRARê ku ji bona projeyan li herêmê ye derheqê xebatan de axavtinek kir û weha got, “Em ji bona qurbanên di îda qurbanê de bên serjêkirin û wan qurbanan bistinîn wek ÎHO EBRAR yê ku Organîsyanê Alîkarê Însanî yê Navneteweyî ye li Çad û Malîya ji welatên Efrîqayê xebatên xwe kir. Bi vê wesîleyê heta roja îda qurbanê ew ê standina me ya qurbanan bidome. Heta roja îdê jî xwarin, zexîre, alîkarîya meddî, sedeqe, eqîqe, qurbanên hevparê yên ku serjêdikin em ê ji bona birayên xwe yên mihtac serjêbikin û belav bikin.”

Ugar destîşan kir ku ew alîkarîyên ku xêrxwazan teslîmê wan kirine li Çad û Malîyê teslîmê hewcedaran dikin, “Me şîvên germ da birayên xwe yên xwendekar. Ji xwendekarên biçûk re me leyistikon diyarî kir. Sedeqe, eqîqe û qurbanên we’dê yên ku xêrxwazan bexş kirine serjêkir û ji birayên xwe re gihand.”

Ugar di berdewama axavtina xwe de weha got, “Em di serî de li herêma erdhejê û li gelek bajaran û ji mezlûmên erdnigarîyên dinyayê re xebatên qurbanê dikin û xwe dighêjînin bi deh hezaran. Em di çarçoveya ev hedîsê ku Pêxemberê me selat û selam li ser wî be weha gotîye, ‘Kê ku lazimatîyekî birayê xwe yê Misilman bi cîh bîne Xwedê Teala jî lazimatîya wî bi cîh tîne. Kê ku pirsgirêkeke Misilman çareser bike Xwedê Teala jî di roja qiyametê de ew ê ji pirsgirêkên wê hinekan çareser bike. Kê ku eyb û kêmasîya Misilmanekî çareser bike û serê wê bigre û jê bibe Xwedê Teala jî eyb û kêmasîya wê ew ê jê bibe’ pirsgirêkên birayên xwe çareser dikin û ji wan dibin. Em daîma projeyan çêdikin ku lazimatîya birayên xwe bibînin. Em di serî de li Tirkîyê herêmê erdhejê û yê dinê jî him li bajarên dinê him jî li welatên dinê ji bona Îda Qurbanê dixebitin. Li bajarên ku hewceyen me hene em hazirîyên xwe dikin û kêmasîyên xwe temam dikin. Wek her îdê em vê îdê jî armanc dikin ku xwe bighêjînin bi deh hezaran birayên xwe. Em ji Xwedê daxwaz dikin ku bi bexşên xêrxwazan rûyê gelek mihtacan kêfxweş bikin.” (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir