• DOLAR 32.251
  • EURO 34.727
  • ALTIN 2398.661
  • ...
Li Pakistanê li dijî Îmran Xan bi "teşwîqkirina kuştinê" tê sûcdarkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sîrac Ehmedê kurê parêzerê payebilind ê Dadgeha Destûra Bingehîn Sîrac Ehmed ku doh li bajarê Kuetta yê eyaleta Belûcistanê hat kuştin, ji ber mirina bavê xwe serî li Dadgeha Bilind a Kuettayê da.

Sirac Ehmed serokwezîrê berê Xanê bi teşwîqkirina kuştina bavê xwe tawanbar kir.

Ataullah Tarar, Şêwirmendê Taybet ê Serokwezîr Şahbaz Şerîf, di daxuyaniya xwe ya li paytext Îslamabadê de, Serokê Partiya Tevgera Edaletê (PTI) Xan jî ji kuştina Abdul Rezak Şar berpirsyar dît.

Tarar diyar kir ku parêzerê ku hatiye qetilkirin Şar doza xiyanetê ya li dijî Îmran Xan bi rê ve dibe, îdia kir ku serokê PTIyê ji bo ku ji doza xiyanetê dûr bisekine ev cînayet kiriye û ew jî "rasterast berpirsyarê" e.

Berdevkê PTI'yê Rauf Hasan ev îdia red kir û Serokwezîr Şahbaz Şerîf û Wezîrê Karên Hindir Rana Sanaullah sûcdar kir ku li pişt kuştinê ne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir