• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Welatiyên ku ji bo sedsala duyem a Tirkiyeyê deng dan daxwaziya serxêrêbûnê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 

Di Hilbijartina Serokkomarîyê de ya ku cara yekem li Tirkiyeyê ma tûra duyemîn, Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û Kemal Kiliçdaroglu pêşbazî dikin. Enqereyîyan ji seet 08.00'ê sibe ve ji bo deng dayînê çûn li ser sindoqan. Hat dîtin ku gelê paytextê pir eleqe didin hilbijartinê. "Ji bo îstîkrara gel û dewlet min dengê xwe da"

Welatî derheqê hilbijartinan de hest û ramanên xwe wisa anîn zimên:

Veysel Erkaç got ku, "Ji bo îstîkrara gel û dewlet min dengê xwe da. Îstîkrar û aramî ji vê dewletê re lazim e. Ez bawerim ku Tayyîp Erdogan wê dîsa li ser serê dewlet be. Bila teror tine be aramî hebe."

Nîhat Konakçiyê ku daxwaza wî hatina Kiliçdarogluye wiha got, "Daxwaza min qezenç kirina Kiliçdarogluye. Ez li Şaredarîya Çankayayê dixebitim. Endamê Partîya Gel a Komareyê (CHP) me. Ev 19 sale nanê wan dixwim em dizanin ku wê qezenç bike. Xwedê ya xêrê bide."

Alî Riza Uçel jî got ku, "Pêşî ez vêya bêjim, guhartin şert e. Ji bo halê welêt ne tu hal e. Rewşa aborî ya welêt pir xirab e."

Veysel Nazligulê ku ji erkdarên sindoqan gilîdar bû got ku, "Li Dibistana Pêşî ya Peyamîtepe Şehît Mehmet Koçakaya di sindoqa 2090 10 erkdar hebû. Her 10 erkdar jî erkên xwe nakin. Ji kiîjan partîyê bin ferq nake. Di pisûlayê ku min dengê xwe da de muhr tune bû. Dema ku me ji wan re got ji me re dibêjin ku derbasdar e. Daxwaza me ya xêrê ye."

Nîhat Soylemê ku wek erdhejzede hatiye Enqere diyarkir ku, "Ser xêrê be. Îro cejna me ya demokrasîyê heye. Ez hilbijêr û namzetên ku ked dane sîyasetê jî pîroz dikim."

Yuksel Bakar got ku, "Kesê ku heq kiriye bila qezenç bike. Kesê ku qezenê kiriye wê bişev diyar bibe. Bila ya xêr be."

Nurten Eroglu got ku, "Ji gel û welatê me re ser xêrê be. Kî were ne ji bo xwe gerek ji bo me bixebite. Ev cara duyem bi halê seqet deng didim."

Alî Gulerê ji serê sibê ve hatibû deng dayînê got ku, "Di hilbijartina çûyîn de li nîrokî dorek hebû. Ji ber yekê îro ez zûka hatim. Bila ev hilbijartin ser xêrê be."

Kemal Deger got ku, "Me hilbijartina xwe kir. Me serokkomarê xwe hilbijart û em ber bi malê ve vedigerin. Ez daxwaza jiyaneke hîn baştir dikim." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir