• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Aktaş: HUDA PAR ne dijberê xebitîna pîrekan e; bîleqs ew gelek feyde dide ku pîrek xwe pêşve bibin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“HUDA PAR gelek xebatan kir da ku jin xwe pêşve bibin û bixwînin”

Aktaş di nirxandina ku kir de destnîşan kir, li hember HUDA PARê gelek provokasyon tê kirin û derheqê wî de gelek tiştên nerast tên gotin. Aktaş dûre wiha got: “Mixabin hinek kes hene ku bi van derew û provokasyonan dixapin. Min 7 salan Serokatîya Şaxên Jinan a Stenbolê ya HUDA PARê kir. Ez dikarim vê yekê aşkere bibêjim: HUDA PAR gelek xebatan kir da ku jin xwe pêşve bibin û bixwînin û ilmê tahsîl bikin.  Xwezî ew kesên ku van derewan dikin û îftîrayan davêjin piçekî lêkolîn bikirana.”

“Jin divê ne ji ber muxtacbûna xwe  divê ji ber ku di nav civakê de îxtîyac pê heye bixebite”

Aktaş di berdewama nirxandina xwe de destnîşan kir HUDA PAR ne dijberê xebitîna jinan e û dûre wiha got: “ Heqekeke me wisa tune ye ku em vê yekê teleb bikin. Di nav HUDA PARê de bi hezaran jin hene ku dixebitin. HUDA PAR dibêje: Divê jin ne ji ber  ku muxtac a,  divê ji ber ku di nav civakê de îxtîyac  pê heye bixebite. Divê ji wan jinên ku ji ber sebebên cihêreng nikarin îdareya mala xwe bikin re dewlet alîkarîyê bike.  Ya dudoyan; Em dibêjin bila jin di wan karên ku ji bo şexsîyet, rûmet û îtîbara wan munasîb de bixebitin. Em wê zihniyetê red dikin ku beden û hestên jinan di reklameke benîştan de bi kar tîne.”

“Dev ji van gotinên pûç û betal berdin”

Aktaş di berdewama nirxandina xwe de ji wan kesên ku van îftîrayan davêjin re bertek nîşan da û got: “Temsîlkarên wê zihniyetê çi dibêjin? Dibêjin; HUDA PAR dê nehêle jin ji malên xwe derkevin, ew ê wan ji xwe re bike kole. Dev ji van gotinên pûç û betal berdin. Ez mamoste me, temamê hevalên min ên di teşkîlatê de ji beşeke zanîgehan mezûn bûne. Hin ji wan psîkolog û îlahiyatnas û hin ji wan jî rojnameger in.  Qîzên me jî dixwînin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir