• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Li Meksîkayê di avahîyekê de teqîn: 28 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li eyaleta Baja California a Meksîkayê li bajarê Tijuana di avahîyekê 2 qatî de teqîn pêk hat.

Di teqînê de 3 jê giran bi tevahî 28 kes birîndar bûn û 2 kes jî di bin enqazê de man.

Ji ber teqînê otomobîlên ku li derdora avahîyê xisar dîtin.

Piştî teqînê gelek ekîbên tendûristîyê û ekîbên parastina sîvîl hatin sewqkirin cîhê bûyerê.

Birîndar hatin rakirin nexweşxaneyê û ekîbên parastina sîvîl jî dest bi xebatê xelaskirina kesên di bin enqazê de bûn kirin.

Rayedar diyar kirin ku heta niha kesekê ku di bin enqazê de bû jî birîndar hatiye xelaskirin û hatiye şandin nexweşxaneyê.

Rayedar diyar kirin ku sedema teqînê hêj ne hatiye fêmkirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir