• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
HUDA PAR derheqê Mansûr Yavaş de doz vekir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku dê bê bîran ji ber daxuyanîyên nerast û derewa ên CHP û terefdarên wî  yên derheqê HUDA PARê de berî vê çend rojan li Mêrsînê êrîşek li lokala hilbijartinê yê namzedê HUDA PARê hatibû kirin.

Ji ber daxuyanîyên provakatîf û nerast ên ku tên kirin ji teref HUDA PAR   ê ve  derheqê Mansûr Yavaşê Serokê Şaredarîya Bajara Mezin ê Enqerê de doz hat vekirin û dûre daxuyanîya çapemenîyê hat dayîn.

“Yavaş  û hevalbendên wî yên ku derheqê HUDA PARê de van gotinan kirine divê lêborînê ji HUDA PARê bixwazin”

Daxuyanîya çapemenîyê ji teref Omer Salihê ji parêzerên HUDA PARê ve li ber Adlîyeya Enqerê hat xwendin.  Parêzer Salih di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Mansûr Yavaşê Serokê Şaredarîya Bajara Mezin ê Enqerê yê ku ji bo ji xelqê re xizmet bike hatiye hilbijartin di 19ê Nîsanê di mîtînga ku li Sînopê hat kirin got ‘ Terorîst terorîst e. Ha PKK ha HUDA PAR. Ferqa vê yekê tune ye. Em li dijî tevekan in û em ê koka wan biqelînin.’ Yavaş bi van gotinên xwe navê HUDA PARê bi rêxistineke terorê re zikir kir û HUDA PARê wek rêxistineke terorê nîşan da û bi deh hezaran însanê me hedef nîşan da û sûcê tahrîkirina gel a ji bo dijmintî û kînê  kir.  Divê vê zanîn ev gotin ne azadîya fikr û ramanê ne û azadîya îftîra û bêbextîyê jî tune ye. Divê temamê kesên xwedî nasnameya sîyasî haya xwe ji gotinên xwe bikin. Divê Yavaş  û hevalbendên wî yên ku derheqê HUDA PARê de van gotinan kirine divê lêborînê ji HUDA PARê bixwazin.”(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir