• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Rûsyayê 178 avahî şewitîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Sosva, Tayozhny, Visim, Neustroyeva, Karpinsk û Progress ên herêma Sverdlovskê şewat derket.

Wezareta Rewşên Lezgîn a Rûsyayê derbarê şewatê de daxuyaniyek da û diyar kir ku di şewatê de 178 avahî bûn xwelî û 659 kes ku 148 ji wan zarok in bê mal mane.

Hat diyarkirin ku di şewatê de kesekî 62 salî ku li Sosvayê rûdinişt jiyana xwe ji dest da.

Ji şewat re ji hewa û bejahiyê tê midaxelekirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir