• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Evîndarên Pêxember ew ê li gelek bajaran ji ber minasebeta “Roja Qudsê ya Cîhanê” daxuyanî bide
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ew ê di 14ê Nîsanê roja înê ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve di heman wextî de li gelek bajaran piştî nimêja înê ji ber minasebeta “Roja Qudsê ya Cîhanê” daxuyanî bê dayîn.

Fewzî Aydinê Serokê Medya û Danasînê yê Weqfa Evîndarên Pêxember  derbarê mijarê de destnîşan kir, ew ê di 14ê Nîsanê roja înê piştî nimêjê ji teref weqfa me ve di heman wextî de li gelek bajaran ji ber minasebeta “Roja Qudsê ya Cîhanê” daxuyanî bê dayîn.

Aydin di berdewama daxuyanîya xwe de bang li Mislimanan kir da ku beşdarî bernameyê bibin û navên bajarên ku ew ê lê bername bê tertîpirin wisa da: “ Diyarbekir-Mizgefta Mezin, Êlih Kolana Gulistan, Stenbol Mizgefta Fatîh, Wan Mizgefta Mezin, Edene- Qada Beşocak, Riha-Mizgefta Dergah, Entabê Mizgefta Mezin, Qonya- Meydana Mewlana ya Mizgefta Siltan Selîm, Qayserî- Camîya Burungaz, Xarpêt-Meydana Cumhurîyet, Şirnex- Mizgefta Huzurê ya li Cizîrê, Bîngol Mizgefta Mezin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir