• DOLAR 32.532
  • EURO 34.788
  • ALTIN 2404.314
  • ...
Li Çorumê bi  ser wan kesên ku ji mizgeftê derketin de gule hat berdan: 6 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer li gundê Yukarı Örenseki yê navçeya Îskilipê pêk hat. Hat îdîakirin ku yek ji gundiyên bi navê Y.G. li qada ku gundî ji nimêja terawîhê derdiketin ji ber sedemeke nediyar bi tivinga nêçîrê gulebaran kir.

6 kesên ku di nav wan de muxtar jî heye ji ber guleyên li bedena wan ketin birîndar bûn.

Birîndar hatin rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Erol Olçokê ya Zanîngeha Hîtîtê.

Bi girtina xeberê re ekîbên cendirmeyan sewqî gund hatin kirin. Ji bo girtina gumanbarê firar xebat hatin kirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir