• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Serokê Weqfa Kerwana Hêvîyê: Heta ji destê me tê em ê hewl bidin birînên mexdûrên erdhejê bipêçin.
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Weqfa Kerwana Hêvîyê, Cengîz Kurtaran axavtin û nirxandina xwe ya derheqê mijarê de wiha domand: "Em wek Weqfa Kerwana Hêvî,  Ewrûpa Yetîm Elî, Weqfa Yetîman û ÎHO EBRAR ji kêliya ewil a erdhejê heta niha li herêmên erdhejê amade bûn. Me bi hemû ekîbên xwe re li qadan bûn da ku birînên birayên xwe bipêçin. Îro 59emîn roja erdhejê ye û em li ba xuşk û birayên xwe amade bûn. Xweda nesî bike û iznê bide em ê di Remezanê û piştî Remezanê da em ê li cem gelê xwe bin

Kurtaran di berdewama daxuyanyanîya xwe de diyar kir ku ew xebatên xwe yên alîkariyê yên ji bo mexdûrên erdhejê didomînin û wiha got: "Me wek malbata Kerwana Hêvî li gel komele û weqfên xwe yên pêkhateyên din ji bo 3 milyon û 500 hezar kesî xwarinên germ da. Ji xeynî vê yekê dîsa ji bi dehhezaran însanan alîkarîyên cûrbecûr kir. Ez gelek spasiya endam û dildarên me dikim. Xwedê ji wan razî be û ew ê xelata wan bide. Em ji xêrxwazên me dixwazin ku di vê Remezanê de piştgirîya xwe bidomînin û endam û dilxwazên me jî bi hatina li gel me beşdarî xebatên me bibin." (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir