• DOLAR 32.185
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.488
  • ...
Li Diyarbekirê qeza: 2 kes canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza doh derdora seat 13.30î de li ser rêbeja Diyarbekir-Rihayê li nêzî Nexweşxaneya Welidînê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta bi plaqeya 16 AIG 669 ji ber ku şofêr hakimîyeta dîreksîyonê winda kir bû sebeb ku 5 wesayît qeza bikin.

Di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes canê xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir