• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Ji Serokatîya Dewletê ya Vîetnamê re Vo Van Thuong hat hilbijartin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Meclîsa Netewe ya Vîetnamê, ji cîhê wezîfeya Serokatîya Dewletê a ku Nguyen Xuan Phuc îstîfa kiribû re, Vo Van Thuong yê 52 salî ji serokatîya dewletê ya Vîetnamê re hat hilbijartin.

Vo Van Thuongê namzedê Komîteya Navenda Partîya Kominîst a Vîetnamê, di axavtina xwe ya ku piştî ji Serokatîya Dewletê re hat hilbijartin de weha soz da, “Ji welata Komarîya Sosyalîst a Vîetnamê, xelkê wê û Makeqanûna wê re bi temamî ew ê sadiq bimînim.”

Di Vîetnama ku nifûsa wê nêzê 100 milyonî hatîye de, Serokatîya Dewletê bi piranî wek mewqîyeke merasîmî tê nirxandin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir