• DOLAR 32.308
  • EURO 34.878
  • ALTIN 2414.226
  • ...
Pêşbirka Sîyerê ji ber erdhejê ew ê online bê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komîsyona Pêşbirka Sîyerê a Weqfa Evîndarên Pêxember, derheqê Pêşbirka Sîyerê a ku bi şîara “Wî Bixwîne Wî Bijî” de daxuyanîyek da.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin pêşbirka ku dihat plankirin ku di 12ê Sibatê de bê kirin ji ber erdhejê ji roja 11 û 12ê Adarê re hat taloqkirin, hat îfadekirin ku di vê pêvajoyê de rûbirûkirina pêşbirkê ne mimkin e.

Serokê Komîsyona Îmtîhana Weqfa Evîndarên Pêxember Hamdî Aslan, got ku ew di encama nirxandina ku kirin de qerar girtin ku ew ê pêşbirkê bi online bikin.

Aslan di daxuyanîyê de bal kişand ku ew ji 6ê Sibatê re bi welatî di nav xemgînîyekî de şîyar bûne û weha got, “Musîbeta erdhejê a ku wek provaya qîyameteke biçûk e bi hezaran birayên me îmtîhanên xwe yên dinyayê dawî kirin û koça axîretê bûn. Bi vê wesîleyê em ji hemû birayên xwe yên merhûm re car din ji Xwedê Teala ji bo wan rehmê daxwz dikin, ji birîndar û hemû ummetê re jî daxwazîya xwe ya derbasîyê dişînin.”

“Ew ê pêşbirka me bi online bê kirin”

Aslanê ku destnîşan kir ew ji ber erdhejê qerar dane ku ew ê pêşbirkê bi online tertîp bikin, ji axavtina xwe re weha berdewam kir, “Pêşbirka ku me plan dikir di 12ê Sibata 2023yan seat 11.00an de li giştîyê welat rûbirû tertîp bikin, lê ji ber rewşa erdhejê ji 12ê Adarê re taloq avêtibû û raya giştî jî bi vê şeklê agahdar kiribû. Encax wek ku hûn jî teqdîr bikin ku; mixabin di vê pêvajoya ku em hatine de ne mimkin e ku em pêşbirka xwe bi rûbirû bikin. Em wek Komîsyona Pêşbirka Sîyerê a Weqfa Evîndarên Pêxember di encama îstîşare û nirxandinan de qerar girt ku pêşbirka me bira ji birayên me yên pêşbaz re bi onlineyî bê kirin û dirêjkirina tertîpkirina pêşbirkê jî ne baş e.”

“Hûn dikarin li ser kompûter, tablet û telefonan beşdarî pêşbirkê bibin”

Aslan diyar kir ku ew ê pêşbirk ji bo her kategorîyekî ew ê di nav 2 rojan de û bi 4 rûniştinî bê kirin, “Her birayekî me yê pêşbaz di roj û seatên ku ji wan re hatine tehsîskirin de dikarin bikevin pêşbirkê û dema ku pêşbazên me bikevin pêşbirkê bira zû nekin, bira bi piranî carkîda nekevin sîteyê û bira di carkî de hemûyan pêlê nekinê. Sîstema pêşbirkê bi vê şeklê ye ku ew ê her kategorî di roj û seatên ku ji wan re hatîye gotin de ew ê bikevin pêşbirkê û ew ê sîstem jî di nav wan seat û rojan de vekirîbe, telafîya pêşbirkê ew ê çênebe. Birayên me yên ku serlêdana pêşbirkê kirine, ji bo kategorîyan di navbera saeatên ku ji wan re hatine gotin de ji ser seyfeya înternetê a https://peygambersevdalilari.com ew ê nimereyên xwe yên T.C. û dîroka xwe ya rojbûnê binivisînin û bikevinê. Pêşbazên me dikarin li ser kompûter, tablet û telefonê bikevin pêşbirkê. Berîya ku pêşbazên me bikevin pêşbirkê ew ê di sîstemê de ji pêşîya wan re qural û qaîdeyên pêşbirkê bê gotin û bira birayên me wê nivîsê jî bira baş bixweyînin.”

Roj û seatên pêşbirkê

Serokê Medya û Danasîna Weqfa Evîndarên Pêxember Feyzî Aydin jî cîh, dîrok û seatên pêşbirkê parve kir.

Aydin:

“Roj û seatên pêşbirka me:

11ê Adarê roja Şemîyê: Kategorîya 3yemîn (sinifên 9,-10,-11 û 12) serê sibeyê di seat 11.00 û 14.00an de,

11ê Adarê roja Şemîyê: Kategorîya 4emîn (Mezin) piştî nîvroyê di seat 16.00 û 19.00an de,

12ê Adarê roja Yekşemê: Kategorîya 1emîn (sinifên 4 û 5) serê sibehê di seat 11.00 û 14.00an de,

12ê Adarê roja Yekşemê: Kategorîya 2yemîn (Sinifên 6,-7 û 8) piştî nîvroyê di seat 16.00 û 19.00an de dê bê kirin.

Em wek Weqfa Evîndarên Pêxember ji bona ku heta dawîya ‘emrê xwe di nav xîretekî ku bi navê me bikeve de bin ji Xwedayê xwe nîyaz dikin. Em di vê rê de sipaskirina ji kesên ku xêra wan ketîye re ji xwe re wek deynekî dibînin û ji niha ve ji hemû birayên xwe yên pêşbaz re di pêşbirkê de serfirazîyê daxwaz dikin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir