• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Li Sûrîyeyê teqîna mînê: 10 mirî 12 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, doh di seatên serê sibeyê de li gundê El Mustareha ya ku li bajaroka Selemîyê ye pêk hat.

Li gorî xebera medyaya aîdê rejîmê 2 mînan di dema ku gundî karokan kom dikirin teqîyan.

Di encama teqînê de 10 kesan canê xwe ji dest dan, 12 kesan jî birîndar bûn.

Gundîyên birîndar hatin rakirin nexweşxaneyê.

Hat destnîşankirin ku wan mînan, ji teref DAÎŞê ve ku di berîya 2017an de kiribû binê axê mane ne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir