• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu ji Bireveberîya Herêma Kurdistana Başûr û Rojhilat re sipas kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, li herêma erdhejê zîyaretên xwe didomîne. Yapicioglu, li Semsûrê cara sêyemîn e bi erdhejzedeyan re tê cem hev.

Ji roja ‘ewil ya erdhejê gelek welatên Îslamê; bi tevî ekîbên xwe yên lêgerîn-xelaskirin û tenduristîyê, sazîyên alîkarîyê, bajarên konan û nexweşxaneyên sehrayê, mînaka piştgirîyeke baş û biratîyê nîşan dan.

Kurdistana Rojhilat û Kurdistana Başûr ji wan kesên ku di serê ‘ewil a dema erdhejê de hatine bûn.

Yapicioglu, konên ku ji teref Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve hatine amadekirin û nexweşxaneya sehrayê yê ku ji teref Herêma Rojhilat ve ji bo erdhejzedeyan hatîye danîn zîyaret kir. Pirsgirêkên erdhejzedeyan gohdar kir, bi zarokan re leyîst û bi wan re sohbetê kir.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, ji rayedarên konê derheqê xizmetên ku tên kirin de agahîyan girt û ji ber ev xizmeta wan jî ji wan re sipasîyan kir.

Yapicioglu ji Bireveberîya Herêma Kurdistana Başûr û Rojhilat re sipas kir.

Yapicioglu di axavtina xwe de weha got, “Ji roja ‘ewil a erdhejê heta niha ji derveyê welat gelek alîkarî hat, ji Tirkîyeyê re. Nexweşxaneyên sehrayê hatin danîn, bajarên konan hatin vekirin, ekîbên lêgerîn û xelaskirinê hatin. Ez ji wan re jî cardin bi vê wesîleyê dixwazim ku sipasîyên xwe bişînim. Di vê çarçoveyê de berê jî alîkarîya Îranê û Bireveberîya Herêma Kurdistanê hebûn, bajarên konan a ku ew vekiribûn hebûn, nexweşxaneyên sehrayê hebû, ew ekîbên lêgerîn û xelaskirinê şîyandibûn. Me îro du bajarên konan a cuda zîyaret kir. Ji wan yek Îran vekiribû û me li wê derê pirsgirêkên welatîyên xwe ji wan pirsî û wan gohdar kir.”

Yapicioglu destnîşan kir ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî berê jî li Semsûrê 200 çadir vekiribû û ger ku cîh ji wan re bê nîşandan ew ê li cîhên dinê jî vebikin, “Bajarên konan yê ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî vekirine hebûn. Yanê danîna 200 çadiran dawî bûbû, ew destnîşan kirin ku di destê wan de hêna jî çadir hene û ger ku ji wan re cîh bê nîşandan ew ê ev kapasîtay xwe ya çadiran zêde jî bikin.” (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir