• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Di roja 18emîn a erdhejê de bizinek bi saxî ji bin enqazê hat derxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Meletiyê di encama erdhejê de 1393 kesan canê xwe ji dest dan û 6 hezar û 444 kes jî birîndar bûn.

Di xebatên ku berdewam dikin de hat diyarkirin ku 3 hezar û 670 avahî hilweşiyane, bi giştî 27 hezar û 412 avahî di rewşeke awarte de hilweşiyane, bi giranî hatine hilweşandin, 52 hezar û 941 avahî, 13 hezar û 654 kargeh, 1541 embar û 1919 mal wek giran, navîn û nizm zerarê dîtin.

Li Meletiyê xebatên lêgerîn û xelaskirinê qedîya, xebatên rakirina enqazan jî dewam dikin.

Li Taxa Kurucuova ya navçeya Doganşehîrê di dema xebatên rakirina kavilan de bizinê yê aîdê Faruk Çelebî bi saxîtî hat derxistin û teslîmî wî hat kirin. (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir